Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
DAIŞê berpirsiyariya êrîşa Las Vegasê girt ser xwe.
DAIŞê bi rêya Ajansa Nûçeyan a Amaqê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êrîşkar beriya çend mehan bûye Misilman.
Êrîşkar Stephen Paddockî (64) ji tebeqeya 32yan a oteleke li Las Vegasê gule bera ser beşdarên Route 91 Harvest Festîvalê dabû ku 22 hezar kes beşdar bibûn. Di encamê de 50 kes miribûn, herî kêm 400 kes birîndar bibûn. (ÇT/FD)
* Fotograf: AA