Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li DYAyê li Las Vegasê di dema festîvaleke country muzîkê de dengên çekan hatine bihîstin.
Bûyer li gorî saeta DYAyê di 22.30 deqîqan de (li gorî saeta Tirkiyeyê 8.30) di Festîvala bi navê Route 91 Harvestê de pêk hatiye ku hunermendê country Jason Aldean li ser dikê bûye. 22 hezar kesan festîval dişopand.
Polîsê Las Vegasê diyar kir ku gumanbarek hatiye kuştin.
Dîsa Joseph Lombardo Şerîfê Polîsan ê Las Vegasê piştî bûyerê bi du sê saetan diyar kir ku 406 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyan û 50 kes mirine. Lombardo destnîşan kir, êrîşkarê ku hatiye kuştin ji tebeqeya 32yê ya otela Mandala Bayê gule berda ye.
Lombardo diyar kir ku êrîş ji hêla Stephen Paddockî ve pêk hatiye ku di sala 1953yê de jidayik bûye.
Hat destnîşankirin ku ji bo îfadeya wê bistînin polîs li M. D. hevjîna êrîşkarî digere. (ÇT/FD)