Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Birêvebiriya Bexdayê ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku ew balafirgehan teslîmî wê bike, hikûmeta herêmê daxwaza Bexdayê red kir.
Hikûmeta Bexdayê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê balafirgehan teslîmî wê bike sê roj wext dabû.
Saziya Sivîl ya Asîmangerîyê ya Iraqê ragihandiye ku roja înê firrîyana ber bi Hewlêrê ve dê bêne betalkirin.
Wezîrê Veguhestinê yê Herêma Kurdistanê, Mehmûdê Bavê Mûradî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê daxwaza Bexdayê red dike.
Baavê Muradî got:
“Bi vê biryarê tesîreka neyînî dê li xebatkarên Neteweyên Yekbûyî yên li herêmê, li nexweş û xelkê li dîyasporayê bibe.”
Bavê Mûradî da zanîn ku balafirgehên navneteweyî yên li Silêmanî û Hewlêrê dê karê xwe bidomînin. wî li gotinên xwe zêde kir û got, tê xwestin ji ber Referandûma Serbixwebûnê xelk bê cezadan lê çênabe balafirgeh wek beşek ji kêşeyên siyasî bêne bikarhînan.(YY/MB)
Çavkanî: DHA, Sputnik News