Fotograf: AA / Arşiv
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Orgeneral Sergey Rudskoy Serokê Beşa Tevgera Bingehîn a Serfermandariya Rûsyayê aşkere kir ku ji bo pêşîlêgirtina pevçûnên di navbera YPG û Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) de li Til Rifatê “herêma kêmkirina rageşiyê” hatiye avakirin.
Li gorî nûçeya Sputniknewsê Rudskoy di civîna çapemeniyê de, bibîr xist ku YPG ji vê herêmê vekişiya ye û li şûna wê hêzên hikûmeta Sûriyeyê bicî bûne.
Rudskoy her wiha diyar kir ku ji bo heman armancê li heman ciyî polîsên leşkerî yên Rûsyayê jî hatine bicîkirin û du xalên kontrolê û 4 jî yên çavdêriyê hatine avakirin.
“Agirbestê şert û mercên vegera malên wan ji bo gelê herêmê derxist holê.
“Heta niha zêdetirî 400 kesan vegeriyane Tel Rifatê û bi sedan malbat jî plan dike ku di demeke kêm vegerin malên xwe.”
Til Rifat
16yê Sibata 2016yê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Til Rifatê kontrol bidest xistibû.
Til Rifat 24 kîlometreya dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. (YY/FD)