Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Misilmanên Arakanî ji Myanmarê ber bi Bangladeşê ve direvin. Neteteweyên Yekgirtî aşkere kir ku hefteya derbasbûyî nêzîkî 40 hezar kes ji bo ji tundiyê rizgar bibin reviyane Bangladeşê.
Tê ragihandin ku Misilmanên Arakanî, ji ber pevçûnên di navbera milîtanên Arakanî û hêzên ewlekariyê yên Myanmarê direvin.
Rayedarekî ji yekîneya penaberan ê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji BBCyê re axivî û diyar kir ku li Başûrê rojhilat ê Bangladeşê pêla mirovî ya herî mezin dîtiye û her deverên rêyan tijî mirov in.
Lê Artêşa Myanmarê diyar dike ku di pevçûnên demên dawiyê de 400 kes mirine.
Nêzîkî milyonek Misilman weke kêmar li Myanmarê dijîn ku hejmara Bûdîstan li vir zêdetir e.
Îna derbasbûyî serhildêrên Arakanî êrîşî ser 30 qereqolên polîsan kiribû û bûyer careke din destpê kiribûn.
Li Myanmarê helwesta êrîşane ya li ser Musulmanên Arakanê piştî General Ne Win di 2yê Adara 1962yê de dest danî ser rêveberiyê û bi gotina “Yek netew, yek ziman, yek olê” xwest netew dewletê ava bike destpê kiribû. (HK/FD)
Fotograf: AA