Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li welatê Bûrkîna Fasoyê ku li Rojavayê Efrîqayê ye hin êrîşkaran êrîşî xwaringeheka Tirkan ya bi navê Aziz Istanbul û otêlekê kirin, bi êrîşê ya kêm 17 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya Associated Pressê(AP) ya kêm 18 kes mirine. Li gor nûçeya Reuters û CNN a Navneteweyî ya kêm 17 kes mirine.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê eşkere kir ku di êrîşê de welatîyekê/a Tirkiyeyê jî miriye.
Nûçegihanê APyê eşkere kir ku piştî êrîşê bi sietan dengê çekan ji cihê bûyerê hatiye.
El Qaîdeyê êrîş kiribû
Li bajarê Vagaduguyê yê Bûrkîn Fasoyê di Kanûna Paşiyê ya 2016ê de jî êrîşek hatibû kirin û 30 kes bi êrîşê miribûn. El Qaîdeyê eşkere kiribû ku ew êrîş wê kiriye.
Li gor nûçeya Guardian û APyê Îslamîstên Radîkal ev êrîş kiriye.(AS/MB)