Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Têkiliya bi rageşî ya di navbera Tirkiye û Almanyayê de bandora xwe li ser firotina çek û cebilxaneyê jî kir. Şîrketên çekfirotinê yên Almanî di çar mehên peşî ên vê salê de b buhayê 5 milyon 600 eûroyî çek û cebilxane firotine Tirkiyeyê. Ev hejmar di binê hejmara sala 2016yê de ye.
Parlamenter Sevîm Dagdalenê pirsî
Li gorî nûçeya Deutsche Welleê, ev dane li ser pirsa Parlamentera Partiya Çep a Meclîsa Federal a Almanyayê Sevîm Dagdelenê, ji hêla Wezareta Aboriyê ve hat aşkerekirin.
“Destûrên firotinê berê hatibûn dayin”
Di nava hejmara ku Wezaretê daye de çek û cebilxaneyên berê destûra wan hatine dayin û yên ku ji serê salê û vir ve hatine şandin hene.
Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beriya çend salan destûra firotina beşek ji van çek û cebilxaneyan hatiye dayin.
Her wiha hat bibîrxistin ku Almanyayê di sala 2016yê de bi buhayê 49 milyon Eûroyî çek û cebilxane firotiye Tirkiyeyê ku Tirkiye hevalbendê NATOyê ye. Di sala 2015yê de jî bi buhayê 26 milyon û 500 hezar Eûroyî çek firotine Tirkiyeyê.
Parlamentera Partiya Çepê Dagdelenê ji Tora Karên Nivîsînê ya Almanyayê (RedaktionsNetzwerk) re axivî û hikûmeta Almanyayê “bi çekirina welatên weke Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û Qeterê yên piştgiriya terora Îslamîst a tundrew” sûcdar kir.
Di encama rageşiya di navbera her du welatan de
Rageşiya di navbera Tirkiye û Almanyayê de herî dawî bi girtina mafparêzê Almanî Peter Steudtnerî ve zêdetir bibû. Steudnter li Tirkiyê bi “piştevaniya rêxistina terorê” ve tê sûcdarkirin.
Wezareta Aboriyê berê aşkerekiribû ku piştî hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê ew firotina çek û cebilxaneyên ji bo Tirkiyeyê bi baldarî lêkolîn dikin.
Wezareta Aboriyê li ser pirsa Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Jan van Akenî di Adara 2017yê de bersiv dabû û gotibû ku di çar mehên dawî de 11 caran serlêdanên Tirkiyeyê yên ji bo kirîna çekan hatiye retkirin. Li gorî dayenên Wezaretê di navbera 2010 û 2015yê de tenê 8 caran serlêdan hatine retkirin. (HK/FD)
Çavkanî: Deutshe Welle, BBC