Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Çar dewletên ereban ji bo ambargoya li ser Qetarê rakin şertên xwe pêşkêşî Qetarê kiribûn. Wezîrê Dewletê yê Emîrîyên Yekgirtî yên Ereban, Noura al-Kaabiyî eşkere kir ku wan dest ji şertê girtina Al-Jazeerayê berdaye.
BIXWÎNE: Çar dewlet dê li dijî lihevhatina Amerîka-Qetarê tevbigerin
Wezîrî got:
“Emîrîyên Yekgirtî yên Ereban piştgiriya wê yekê dike ku li şûna girtina Al Jazeerayê divê guherînên bingehîn bêne kirin.
“Qetar dikare piştgiriya TVyê bike û xebatkar jî dikarin li televizyona xwe bixebitin lê çênabe TVya Ingilîzî bibe wek mertalekê û ya bi Erebiyê radîkal be.”
Al Jazeerayê eşkere kir ku ew ti midaxeleyên ji derve qebûl nakin.
“Tevna Medyayê ya Al Jazeerayê qebûl nake ku mûdaxeleyek ji derve li ser wê hebe. Ew sekna xwe ya bêalîyane û edîtoriya profesyonel diparêze.”
Çi bûbû?
Erebistana Siûdiyê, Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban, Bahreyn û Misirê biryar da ku ew dê bi Qetarê re têkiliyan nedanin .
Li gor nûçeya Ersîn Arslanî ya di Ajansa Nûçeyan a Doganê de hatî weşandin wan çar dewletan eşkere kiriye ku “da ku ew xwe ji terorê biparêzin” wan têkiliyên xwe yên bi cîrana xwe(Qeter) re betal kirine.
Erbistana Siûdiyê daxuyandiye ku wan “ev biryar ji bo parastina ji tûndî û terorê standiye.”
Erebistana Siûdiyê eşkere kir ku wê hemî têkiliyên serderyayî yên bi Qetarê re jî betal kirine. Wê xwest “dewletên xuşk jî bila heman gavan biavêjin.”
Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban, bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku divê dîplomatên ji Qetarê di 48 sietan de terka wî welatî bike, divê welatiyên ji Qeterê di 14 rojan de terka wî welatî bikin û hatina welatiyên ji Qetarê hat qedexekirin.
Wezareta Karên Derve ya Misirê biryar daye ku “ji ber tevgerên dijminane yên Qetarê wan têkiliyên xwe yên digel wê betal kirine.”
Wezîrê Karên Derve yê Qetarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani gotiye “Ev biryar neheqane hatiye dayin, ji ber vê yekê ez xemgîn im.”(YY/MB)
Krîza Qeterê:
“Ji ber ku Qetar piştgiriya terorê dike” çar dewletan biryar da têkiliyan bi wê re betal bikin”
Rêya asîmanî ya Qetarê ji neçarî dê bi ser asîmanên Îranê re be
Çar dewlet dê li dijî lihevhatina Amerîka-Qetarê tevbigerin
Erdogan: Me lîstika li ser Qetarê tespît nekiriye