Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Londonê paytexta Îngiltereyê ajokarekî li gorî saeta herêmî di 00.20ê de (li gorî saeta Tirkiyeyê 02.20) kamyoneta xwe ajot ser qerebalixa li ber Mizgefta Finsbury Parkê ya li hemberî navenda Mala Alîkariyê ya Misilmanan ya li ser rêya Seven Sîstersê ye.
Di encamê de kesek mir û 10 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Aynûr Tattersallê nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) ya li Londonê di êrîşê de kesên piştî nimêja terawîhê ji mizgeftê derdiketin ji xwe re kiriye hedef.
Ajokar hate desteserkirin, têkiliyên wê tên lêkolînkirin
Li gorî daxuyaniya polîsê Metropolîtan ê Londonê, derbarê êrîşê de kesek hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya Gûardinê polîsê Metropolîtanê destnîşan kiriye ku ajokar 48 salî ye û ji ob tedbîrê ew birine nexweşxaneyê û piştî ku bê dermankirin wê jêpirsîna wî were kirin.
Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê bûyer weke “êrîşa terorê ya pêkan” binav kir. (AS/FD)