Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tasnimê,hinek çekdar çûne parlamentoya Îranê polîsên parastinê li êrîşkaran reşandine û şer derketiye.
Wezareta Dadê ya Îranê eşkere kir ku 12 kes di êrîşan de hatine kuştin.
Hêj eşkere nebûye ka kê êrîşî parlamentoyê kiriye. Parlementerê Tehranê Îlyas Hazratîyî eşkere kiriye ku du êrîşkaran keleşkof û êrîşkarekê demance bi kar aniye.
Fars: Kesek hatiye girtin
Ajansa Nûçeyan a Farsê eşkere kiriye ku di êrîşê de çar kes mirine û 10 kes birîndar bûne. Ajansê eşkere kiriye ku li rexa gora Ayetûllah Xumeynîyî sê kesan êrîş kiriye. Yek ji êrîşkaran xwekujek e û bombeyek li xwe teqandiye.
Televizyona fermî ya dewleta Îranê eşkere kiriye ku êrîşkar çar kes in.
Li gor nûçeya ILNAyê li rexa gora Xumeynîyî pênc kes birîndar bûne. (YY/MB)
Çavkanî: DHA, BBC, AA