Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Heft welatan eşkere kir ku “ji ber Qetar piştgiriya terorê dike” wan têkiliyên xwe yên digel wî welatî betal kiriye.
Erdoganê serokkomar eşkere kir ku Tirkiye dê têkiliyên xwe yên digel Qetarê betal neke, dê têkiliyan zêde bike.
Li gor nûçeya Hakime Torûyê ya di Ajansa Nûçeyan a Doganê de, hin beşên axiftina Erdoganî ev in:
“Em ji nêzîk ve dizanin ku Qetar li dijî terorê têdikoşe, îzolekirina wî welatî dê alîkariya ti tiştan neke.
“Me di dema Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê de û her dem piştgiriya dostên xwe hest kiriye, me ya Qetarê jî hest kiriye. Em ê têkiliyên xwe zêde bikin û bidomînin.
“Lîstikeka dî li vê derê heye. Lê me tespît nekiriye ka çi lîstik e. “
(EKN/MB)
Wêne: Kayhan Ozer – Enqere / AA