Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rayedarên Wezareta Berevaniya DYAyê (Pentagon) aşkere kirin ku alîkariya çek û cebilxane ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) destpê kiriye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di nav de ye.
Li gorî nûçeya Nafîz Albayrak, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) New Yorkê, rêveberiya DYAyê ku “YPGyê di têkoşîna li hemberî DAIŞê de hêzeke girîng dibîne” di çarçoveya biryara ku berê hatiye standin de, di nava 24 saetan de dest bi çekdarîkirina hêzên YPGyî kirine.
Cebilxane û kelûpelên endezyarî
Ji ber ewlekariyê detayên derbarê naveroka çek û kelûpelan û çawaniya radestkirinê de agahî nehatiye dayin.
Rêveberiya DYAyê di daxuyaniyên xwe yên berê de diyar kiribû ku wê cebilxane, tifing, wesayitên bizirx, topa hewanê, radyo, bûldozer û kelûpelên endezyarî bidin hêzên YPGyê.
Tirkiyeyê bertekê dide
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di meha gulanê de serdana Washingtonê kiribû û li vir bi Serokdewletê DYAyê Donald Trûmp re civîna çapemeniyê lidar xistibû û bertek nîşanî biçekirina YPGê dabû.
Di vê navberê de DYA dixwaze di operasyona li Reqqayê de YPG cî bistîne.
HSDyê aşkere kir ku operasyona Reqqayê ya li hemberî DAIŞê wê serê havînê destpê bike. (AS/FD)