Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Beşar Esadê serokê Sûriyeyê eşkere kir ku mûxalifên çekê xwe danin û bên herêmên bêşer dê bêne efûkirin.
Esad li televizyona Belarûsê ya bi navê ONTyê axivî.
Esadî eşkere kir ku ew kesên li herêmên bêşer dimînin bixwazin dê li mala xwe bimînin an jî bar bikin herêmên dî.
Beşar Esadî eşkere kir ku çekdar heke çekê xwe danin dê bikarin bi qanûna efûyê vegerin mala xwe û digel malbata xwe bijî.
Serokê Sûriyeyê eşkere kir ku divê welatiyên Sûriyeyê yên li welatên dî bûyîn penaber vegerin welatê xwe.
Astana û Cenevre
Beşar Esadî li ser hevpeymana di navbera Sûriye, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de axivî û da zanîn çêkirina herêmên bêşer ji bo hêzên mixalif firsetek e.
Esadî eşkere kir ku ew ê dest ji karê xwe bernede û ew ji karê xwe newestiyaye. Esadî bombebarandina li Balafirgeha Şûayratê ku Amerîkayê bombe barandibû û îdiayên ku eşkere dikin desthilata Sûriyeyê çekên kîmyayî bi kar aniye wek şanoyekê bi nav kir.
(YY/MB)
Çavkanî: SANA, Deutsche Welle Türkiye, BBC