Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hin leşkerên Tirkiyeyê ji bo NATOyê li Almanyayê kar dikirin. Piştî Hewildana Derbekirinê hin ji wan leşkeran ji karê wan hatin avêtin. Almanyayê mafê penaberiyê da wan leşkerên bêkar mayîn.
Li gor nûçeya Deutsche Welleyê ji bo hin leşkerên peseporta dîplomatîk heyî mafê penaberiyê hatiye dayin lê nehatiye eşkerekirin ka ji bo çend leşkeran hatiye dayin.
Wezîrê Parastinê Fîkrî Işikî di Kanûna Paşiyê de eşkere kiribû ku divê Almanya Mafê penaberiyê nede fermanderên Tirkiyeyê yên li Almanyayê.
Wezîrî gotibû heke Almanya mafê penaberiyê bide leşkerên Tirkiyeyê ev yek dê bibe sebeba krîzeka dîplomatîk.
Li gor Berpirsiyariya Koç û Penaberiyê ya Almanyayê hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên daxwaza penaberiyê ji Almanyayê kirine ji 7 hezar û 700ê boriye.
Yûnanîstanê jî şandina Tirkiyeyê ya leşkerên ji ber derbeyê çûyîn Yûnanistanê red kiribû. (AS/MB)