Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duh êvarê li paytexta Fransa Parîsê êrîşkarekî, gule reşand ser wesayita polîsan. Di encamê de polîsek mir û yek jê giran du polîs jî birîndar bûn.
DAIŞê li ser Ajansa Nûçeyan a Amaqê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.
Êrîş di wê demê de pêk hat ku 11 namzetên hilbijartina Fransayê di televizyonê de cara dawîn civiyabûn. Êrîş beriya hilbijartinê bi 3 rojan pêk hat û ji ber vê sedemê namzetên hilbijartinê François Fillon û Marine Le Penê îro bernameyên xwe yên derbarê kampanyeya hilbijartinê de betal kirin.
Bûyer duh saet nêzîkî 10.00ê li ser kolana Champs-Elysées ê pêk hat.
Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Fransayê Pierre-Henri Brandet aşkere kir ku êrîşkar piştî wesayita xwe park kiriye, bi çeka xwe gule bera wesayita polîsan a li ser kolanê daye, yek ji polîsên di wesayitê de miriye.
Êrîşkarê di dema ku xwestiye bireve de du polîsên din jî birîndar kiriye û di encama bersivdayina polîsan de hatiye kuştin.
Dozger: Me nasnameya êrîşkar diyar kir
Dozgerê Parîsê François Mollins ragihand ku wan nasnameya êrîşkar diyar kiriye lê heta lêpirsîn temam nebe ew navê wî aşkere nakin. (ÇT/FD)