Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîra Saxlemiyê ya Rûsyayê, Veronika Skvortsovayê eşkere kir ku di êrîşa duhî li St. Petersbûrgê pêk hatî de, hejmara miriyan bûye 14.
Li gor nûçeyeka Russia Todayê, Skortsovayê eşkere kiriye ku 11 kes li cihê bûyerê mirine. Li nexweşxaneyan jî 3 kesên birîndar mirine.
49 birîndar
Wezîrê eşkere kiriye ku li nexweşxaneyan 49 birîndar hene.
Çi bûbû?
Li bajarê St. Petersbûrê yê Rûsyayê di metroyê de 2 teqîn pêk hat.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sputnikê teqîn li stasyona Enstîtuya Teknolojiyê û Sennaya Ploşadê pêk hat.
Komîteya Têkoşîna Dijterorê ya Netewî ya Rûsyayê aşkere kir ku di teqîna li metroyê de 11 kes mirin, 51 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê hemû rawestgehên metroya St. Petersbûrgê hatin girtin.
Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn got, "Ji bo sedemên teqînê hîn zû ye. Terorîzm jî di nav de em li ser hemû sedeman disekinin."
Endamê Komîtiya Ewlekariya Dûmaya Dewletê li Moskowê Dmitriy Efîmov ji Sputnikê re got ku herî kêm yek teqemenî yên bibandor û bişarapnel bû û ihtimaleke mezin bûyer êrîşa terorê ye. Efîmov herwiha diyar kir ku teqîn di wê demê de pêk hat ku Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li St. Petersbûrgê ye û êrîş weke gefxwarina li hemberî dewletê nirxand. Efîmov qedexekirina xebatên DAIŞê li Rûsyayê weke sedema teqînê nirxand.
Li gor nûçeya Reutersê, berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Kirgizîstanê, Rahat Sulaimanovî eşkere kir ku Akbarcan Celîlovî êrîş kiriye. Wî eşkere kir ku Celîlov di sala 1995ê de hatiye dinê.
(HK/MB)