Ji bo nûçeya Tirkî bi tikîne
HSDê ragihand ku hevpeymana di bin serokatiya DYAyê de leşkerên amerîkî û hêzên HSDê bi balafiran birin nêzîkî Tebqayê ku li derdora Reqqayê.
Dengê Amerîka armanca operasyona HSDê weke bidestxistina herêma Tebqayê û pêşîlêgirtina hêzên rejîma Sûriyê ya ber bi vê herêmê aşkere kir.
Wezareta Berevaniya DYAyê Pentagon nûçeyên birina leşkeran piştrat kir.
Hevpeymanê di 3 rojên dawî de 19 êrîşên hewayî pêk anî bû.
“33 sivîlan jiyana xwe ji dest da”
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Îngiltereyê ye û nêzîkî muxalifan e ragihand ku li dibistana gundekî nêzîkî bajarê Reqqayê ya di bin kontrola DAIŞê de êrîşeke hewayî pêk hatiye û di encamê de herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Rêxistinê destnîşan kir ku avahiya li gundê El-Mansura yê li bakurê Sûriyê dikeve, ji hela mirovên ku neçar mane ji malen xwe derkevin, weke stargeh dihate bikaranîn.
BBC Tirkî jî di nûçeya xwe ya derbarê mijarê de cî da daxuyaniya koma aktivîst a bi navê “Reqqa bi bêdengê tê qetilkirin”. Li gorî vê nûçeyê çarenûsa 50 malbatên li gundê nayê zanîn.
Komê got ku di encama êrişa hewayî ya roja sêşemê ji hela hêzên hevpeymanê ya li ser bajaroke Tebqayê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da ku bajarok li rojavayê Reqqayê dikeve.
(YY/FD)
Çavkanî: Dengê Amerîka, BBC Tirkî, Sputnik News