Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Mark Tonerî got: “Amerîka dixwaze hemî alî dêna xwe bidin ser têkoşîna li dijî DAIŞê”
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştî Donald Trump di 20ê Kanûna Paşiyê de bûyî serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cara pêşiyê ye ku civîneka digel rojnamegeran pêk anî.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Mark Tonerî di civîna digel endamên medyayê ya rojane de bersiva pirsên li ser Sûriyeyê jî da.
“Rojhilatê El Babê gelek tevlihev e. Heke em merşikê bidaweşînin em dikarin bibêjin hêz gelek nêzîkî hev in. Armanca hevpar a aliyan têkoşîna li dijî DAIŞê ye.”
“Amerîka dixwaze hemî alî dêna xwe bidin ser têkoşîna li dijî DAIŞê”
Civîna li Antalyayê
Sererkanê leşkerî, Hûlûsî Akar sererkanê leşkerî yê Amerîkayê Juseph Dunford û sererkanê leşkerî yê Rûsyayê Valery Gerasimov li Antalyayê civîyan.
Civîn li serê sibeya 7ê Adarê dest pê kiriye. Hêzên Çekdarên Tirk(TSK) şeva dî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Hin beşên daxuyaniya Sererkaniya Leşkerî ev in:
"Hersê alî pêşiyê li ser rêxistinên terorî yên li Sûriyeyê ku têkoşîn li dijî wan tê kirin axivîn.
"Li ser ewlehiya hin herêmên Iraq û Sûriyeyê hat axiftin.
"Hersê hêzên leşkerî da bûyereka ne bi dilan çênebe li ser tedbîrên pêwîst axivîn. "
(YY/MB)