Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) piştgiriya wê dike ragihand wê navenda El Babê ji DAIŞê standiye û kontrol kiriye.
Li gor Ajansa Anadolûyê fermandarê AASyê Ahmed el-Şahabî gotiye:
“Mûxalifan navenda El Babê kontrol kiriye. Ji ber ku mayin hene em gav bi gav bi pêş dikevin. Lê navend êdî destên Mûxalifan de ye.”
74 leşker mirine
Di 24ê Tîrmeha 2016ê de TSKyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kir.
Operasyona li ser El Babê di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest pê kiribû.
Di operasyonan de heta niho 74 leşker mirine.(NV/MB)