Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berpirsê PYDyê yê Rûsyayê, Abdusselam Elîyî eşkere kir ku divê kurd beşdarî civîna cenevreyê bibin, Amerîka û Rûsya vê yekê dixwaze lê Tirkiye naxwaze.
Elî ji Sputnîkê re axiviye. Wî eşkere kiriye ku divê kurd beşdarî civîna 4. a Cenevreyê bibin ku civîn dê piştî sê rojan dest pê bikin.
“Her kes dizanin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji sedî 22yê Sûriyeyê kontrol dike. Divê birêvebiriya xweseriya demokratîk beşdarîya wê civînê bikin.
“Tirkiye naxwaze kurd beşdarî civînê bibin. Çareseriyeka bêyî kurdan çênabe. Birêvebirîyek û hêza leşkerî ya kurdan heye.
“Rûsya dixwaze kurd beşdar bibin û dibêjin çareseriyeka bêyî kurdan nabe.”
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî jî di 16ê Sibatê de di daxuyaniyekê de eşkere kiribû ku çareserîyek abêyî kurdan dê ênebe. ( YY/MB)