Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî hatina serokê CIAyê, Serokerkanê Leşkerî yê Amerîkayê, Joseph Dunford jî dê bê Enqereyê.
Wezîrên parastinê yên Amerîka û Tirkiyeyê îro li Brûkselê civîyan.
Wezîrê parastinê Fîkrî Işikî ji NTVyê re gotiye: Dunford dê digel Tirkiyeyê li ser nerazîbûna ji YPGyê ya Tirkiyeyê bide û bistîne.
Dunford li Rûsyayê ye
Serokerkanê Leşkerî yê Amerîkayê Dunford dê îro li Rûsyayê digel Serokerkanê Leşkerî yê Rûsyayê, Valeriy Gerasimovî bicive.
Hat eşkerekirin ku herdu serokerkanên leşkerî dê li ser têkiliyên leşkerî yên Rûsya û Amerîkayê bicivin.
Fîkrî Işik digel wezîrê parastinê yê Amerîkayê civîya
Wezîrê parastinê Fîkrî Işik îro li Brûkselê digel wezîrê parastinê yê Amerîkayê civiyaye. Işikî nerazîbûna xwe ji Amerîkayê re dîyar kiriye ku Amerîka di operasyonên leşkerî de digel YPGyê kar dikin.
Serokê CIAyê li Tirkiyeyê bû
Serokê CIAyê, Mike Pompeo di yekem serdana xwe ya ji bo derveyî welatî de hatibû Enqereyê. Mike Pompeo digel misteşarê MITê Hakan Fîdanî kom bûbû. (EKN/MB)