Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di şerê di navbera Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) û DAIŞê de yê li EL Babê vê sibeyê leşkerek miriye û çar leşker birîndar bûne.
TSKyê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe da zanîn ku leşkerên di şerî de birîndar bûyîn ji bo nexweşxaneyan hatine birin û têne dermankirin.
BIXWÎNE: Di şerê paşiyê yê li El Babê de hejmara leşkerên mirîn bû pênc
73 leşker mirine
Di 24ê Tîrmeha 2016ê de TSKyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kir.
Operasyona li ser El Babê di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest pê kiribû.
Di operasyonan de heta niho 73 leşker mirine.(NV/MB)