Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li El Babê di şerê di navbera Hêzên Çekdarên Tirk(TSK) û DAIŞê de pênc leşker dî jî mirin di du rojên paşiyê de deh leşker mirine.
Li gor Spûtnîk News vê sibeyê jî çekdarên DAIŞê êrîşê baregehên leşkerên Tirkiyeyê kirine.
Agahiyên li ser êrîşê hêj zelal nebûne.
TSKyê duhî serê sibeyê eşkere kiribû ku du leşker mirine, piştî nîvro bi daxuyanîyeka dî eşkere kir ku du leşker dî jî mirine, duhî bi şev bi daxuyanîyeka nû TSKyê eşkere kir ku leşkerekê dî jî miriye.
Îro leşkerek dî jî miriye û bi mirina wî hejmara leşkerên mirîn bû 62.
BIXWÎNE: Di şerê paşiyê yê li El Babê de hejmara leşkerên mirîn bû pênc
66 leşker mirine
Di 24ê Tîrmeha 2016ê de TSKyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kir.
Operasyona li ser El Babê di 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest pê kiribû.
Di operasyonan de heta niho 66 leşker mirine.(EKN/MB)