Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo agirbesta li Sûriyeyê nûnerên Neteweyên Yekbûyî(NY), Rûsya, Îran û Tirkiye cara 2. li Astanaya paytexta Qezakistanê civîyan.
Aliyên agirbestê di 23-24ê Kanûna Paşiyê de civiyabûn.
Mixalifên Sûriyeyê ji bo hevdîtinên li Cenevreyê di 3ê Kanûna Paşiyê de li Enqereyê ji bo bi hev re bişêwirin civiyabûn.
NY jî dê beşdar bibe
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê Neteweyê Yekbûyî jî dê wek mekanîzmaya sêyem tevlî civînê bibe. Çekdarên li Sûriyeyê, Rûsya, Îran û Tirkiye aliyên dî yên civînê ne.
Wezareta Karên Derve ya Qezakistanê, di 2yê Sibatê de bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Staffan De Mistura dê beşdarî civînê bibe.
Di civîna pêşiyê de çi bûbû?
Komên çekdar ên li Sûriyeyê, Sûriye, Îran, Tirkiye û Rûsya di 23-24ê Kanûna Paşiyê de li Astanaya paytexta Qezakistanê civîyabûn.
Piştî civînan bi daxuyaniyekê hatibû eşkerekirin ku mekanîzmaya sêalî ya ji Îran, Rûsya û Tirkiyeyê pêk tê dê çavdêrîyê li agirbesta Sûriyeyê bike.
Reşbeleka Makeqanûnê
Rûsyayê reşbeleka Makeqanûna Sûriyeyê amade kir û ji aliyan re şand. Reşbelek ji 85 xalan pêk tê.(AS/MB)