Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Lavrovî eşkere kir ku mekanîzmaya di navbera Rûsya, Tirkiye û Amerîkayê de ji bo aştiya li Sûriyeyê kar dike.
Li gor daxuyaniyeka li ser malpera Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Lavrov li Abu Dabîyê axiviye. Lavrovî eşkere kiriye ku desthilata Sûriyeyê bi giştî bi agirbestê ve girêdayî ye.
“Bêguman agirbest ne ji bo DAIŞê û El Nûsrayê(navê nû Feth El Şam) ye. Ev fikir li hevdîtinên li Astanayê jî bi eşkereyî hat diyarkirin.”
Lavrovî eşkere kiriye ku têkiliyên digel Tirkiyeyê û Iraqê yên Rûsyayê baş dibin û ew yek wan şa dike.
“Divê Trump planên xwe zelal bike”
Lavrovî li ser pirsa rojnamevanan got divê Trump plana xwe zelal bike.
“Tiştê min fêm kirî Amerîka, Herêma Ewle ji bo kêmkirina çûna penaberan dixwaze.”
Lavrovî eşkere kir ku ew amade ne ji bo Herêma Ewle digel Amerîkayê giftogoyê bike.(YY/MB)
Çavkanî: Sputnik