Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trump du hefte ne ku dest bi karê xwe yê serokatiyê kiriye. Wî bi biryarnameyekê qedexe kir ku welatiyên heft welatan têbikevin DYAyê.
Ji ber biryarnameyê li balafirgehan gelek kes hatine desteserkirin.
Gelek xwenîşanderan ji bo ew kesên desteserkirî bêne berdan li dora Qesra Spî xwenîşandan pêk anîn.
Xwenîşanderan nivîsên “Penaberino hûn li ser xêrê hatîn” nîşan dan.
Xwenîşandanên li her derên Amerîkayê
Li gor nûçeya CNNyê li gelek derên Amerîkayê xwenîşandan têne kirin. Li ber Qesra Spî, li Meydana Copleyê ya Bostonê û li Parqa Batteryê ya Manhettenê xwenîşandan têne kirin.
Çi bûbû?
Serokê Amerîkayê duhî biryarnameyek îmze kir. Bi wê biryarnameyê hatina penaberên ji Sûriyeyê hat sekinandin.
Li gor biryarnameyê:
*Amerîkayê hatina penaberan ji bo 120 rojan sekinandiye.
*Hatina penaberên ji Sûriyeyê “heta bûyereka ber-bi-çav nebe” hat qedexekirin.
*Welatiyên ji Iraq, Sûriye, Libya, Somalî, Sûdan û Yemenê ji bilî vîzeya dîplomatîk dê nekarin biçin Amerîkayê.(EA/MB)