Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Saziya Eşkerekirina Pileya Kredîdanê, Fitchê pileya kredîdanê ya Tirkiyeyê kêm kir.
Pileya Tirkiyeyê ya ku “Ticaret dikare lê bê kirin” hat guhertin û bû pileya duyem (BB), “ekonomiya sekinî.”
Rewşa Awarte
Fitchê daye zanîn, “ heke civak aram bibe jî kiriyarên ji bo ewlehiyê dê bêne kirin.”
“Hikumet wan saziyên wek berpirsên Hewildana Derbekirinê dibîne û teswîye dike.
Dê ji sedî 2,3 mezin bibe
Fitchê eşkere kir, di van pênc salên paşiyê de ekonomiya Tirkiyeyê salane ji sedî 5 mezin dibû û ew çaverê dike ku di salên 2017-2018ê de ji sedî 2,3 mezin bibe.
“Dengê Erê”
Hat destnîşankirin ku heke di referandûmê de dengê erê bê dayin şertên çavdêrîlêkirina ekonomiya Tirkiyeyê dê zeîf bibe.(EA/MB)