Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trumpî belgeya ji bo cidabûna ji Hevkarên Trans-Pasîfîkê îmze kir.
Trumpî di kampanyaya hilbijartinê de jî eşkere kiribû ku ew li dijî Hevpeymana Hevkarên Trans-Pasîfîkê ye.
Hevkarên Trans-Pasîfîkê panlek bû ku hêj temam nebûye. Heke Amerîka jî di nav wê komê de bûya hevkarîyê dê ji sedî 40ê ticareta dinyayê di destên xwe de bigirtiya.
Piştî vê biryara Amerîkayê qîmetê Dolarê Amerîkayê li hemberî Yenê Japonyayê kêm bû.
Trumpî eşkere kiriye ku ew ê ji bo NAFTAyê( hevpeymana ticareta serbest a di navbera Amerîka, Kanada û Meksîkayê de diyar dike) digel serokên Kanada û Meksîkayê peywendiyê dane.(YY/MB)
Çavkanî: VOA Turkçe