Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Awistûryayê hilbijartina serokkomariyê ji nû ve hat kirin û dîsa Van der Bellenî qezenc kir. Bellenê berbijarê Partiya Keskan ji sedî 54ê dengan standiye.
Berbijarê Partiya Azadîxwaz a Awistiralyayê(FPO) Norber Hoferî ji sedî 46ê dengan standiye.
Serokwezîrê Awistiralyayê Christian Kernî li ser Twîtterê nivîsî: “ Îro ji bo Awistiralyayê rojeka gelek xweş e. Divê niho em hewil bidin ku ti alî xwe wek aliyê binketî nebîne.”
Dema serokkomariyê ya Heinz Fischerî piştî 8 salên karî di 8ê Tîrmehê de temam bûbû.
Di 22yê gulanê de hilbijartin hatibû kirin lê eşkere bûbû ku gendelî hatibû kirin.
Van der Bellen
72 salî ye.
Profesorê ekonomîyê ye. “Dewletên Hevgirtî yên Ewropayê” yên azad diparêze. Ew zewaca Gay, Lezbîyen û zayendên dî diparêze.(YY/MB)