Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokwezîrê Iraqê Heyder el Îbadîyî daye zanîn ku Bexda naxwaze bi Enqereyê re şerî bike lê ji bo vê yekê amade ye û got: ‘’ Dagirkirina Iraqê dê Tirkiyeyê parçe bike.’’
Li ser mijara ku Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî li navçeya Silopyayê ya Şirnexê kom dike, Îbadîyî di civîna rojnamegeran de axivîye.
Li gor Rûdawê ji El Erebîye û AFPyê ragihandiye, Îbadîyî ho gotiye:
‘’Me navê em bi Tirkiyeyê re şerî bikin, lê heke em bikevin bedena hevdu, em amade ne. Tirk dê bedelên mezin bidin. Di şerê du dewletên cîran de, ti alî bi ser nakevin.
‘’Artêşa Tirkiyeyê dê şikestineka mezin bixwe. Em wan hişyar dikin heke artêşa Tirkan bê ser axa Iraqê em ê bi wan re şerî bikin û wan wek dijminan bibînin.
‘’Tirkiye dibêje gelek dewletên dî jî li Iraqê şerî dikin. Ew dewlet bi daxwaza me hatine û şerî li ser axa me nakin, leşkerên me perwerde dikin.
Sewqiyata li ser sînorê Iraq-Tirkiyeyê
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) gelek tangên xwe li ser navçeya Silopyayê kom kirin.
Wezîrê parastinê Fikrî Işikî gotiye:
‘’Tirkiye ji bo hemî îhtimalan amadekariyan dike. Têkiliyên digel Iraqê dom dike. Xetên sor ên Tirkiyeyê hene heke ew xet bêne binpêkirin Tirkiye dê tiştê pêwîst bike. ‘’(AS/MB)