Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgirê wezîrê parastinê, yê Rûsyayê, Nikolay Pankovî da zanîn ku Rûsya dê li bajarê Tarsûsê yê Sûriyeyê bingehekê daîmî(mayinde) ji bo hêzên seravî [yên Rûsyayê] ava bike.
Li gor nûçeya Sputnîkê Pankovî ji Konseya Federasyonê re gotiye:
‘’Li Tarsûsa Sûriyeyê navendeka me ya daîmî dê hebe. Me belgeyên lazim amade kirine. Piştî wezîr van belgeyan îmze bikin ez ê ji we jî bixwazim hûn îmze bikin.’’
Sîstemên Fûzeyan
Rûsyayê ji sala 1977ê ve navendeka ji bo temîra sîstemên wesayitên seravî heye.
Rûsyayê di hefteya borî de sîstemên fûze-berdanê yên yên ji cûreyê S-300î li navendên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê bi cih kiribû.
(YY/MB)