Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li eyaleta North Carolinayê ya Amerîkayê piştî protestoyên ji bo şermezarkirina êrişên li dijî welatiyên zengî bi saeta Tirkiyeyê îro destê sibehê rewşa awarte hat îlankirin.
Waliyê Eyaletê Pat McCrory di daxuyaniya xwe ya CNNê de got ku bi şûşeyên pet li dijî 4 polêsan êriş hatiye kirin û wan jî bo vê sedemê rewaşa awarte îlan kirine. Waliyê daxuyand ku wan muhafizên neteweyî gazî bajêr kirine.
Li gorî nûçeya USA Todayê sê roj in çalakî û protestoyên li bajêr dewam dike û duh polêsan gule reşandin ser xwepêşandanek ve û ew kes bi giranî birîndar bûye û niha li nexweşaxaneyê di beşa lezgîn de ye.
Departmana polêsan ya Charlotte-Mecklenburgê jî îdia kir ku polêsan gule nereşandiye, xwepêşandanan di nav hev de pev çûne û ji ber vê ew kes birîndar bûye.
Ji Foxê Felicia Lawrenceyê dema muhafizên neteweyî hatin bajêr wêneyên wan kişandin:
RIGHT NOW: National Guard arriving in Charlotte. @FeliciaFOX46 @FOX46News #fox46 pic.twitter.com/gHxV7SxC4o
— Felicia Lawrence (@FeliciaFOX46) 22 Eylül 2016
CORRECTION UPDATE: Civilian who suffered gunshot wound during protests is on life support, critical condition. Not deceased.
— City of Charlotte (@CLTgov) 22 Eylül 2016
Çalakî û şermezarkirinên li bajêr piştî ku welatiyê zengî yê bi navê Keith Lamont Scott ji hêla polêsan ve hate kuştin, destpê kiribûn.
4 polês bi sivikî birîndar bûn
Waliyê Eyaletê Pat McCrory di hesabê xwe yê Twitterê de daxuyand ku 4 polês bi awayekî sivik birîndar bûne û rewşa wan niha baş e.
4 officers injured during demonstration. All non- life threatening
— CMPD News (@CMPD) 22 Eylül 2016
Li gorî nûçeya Guardianê li dijî çalakî protestoyan polês 2 roj in bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êriş dikin û di hîn wêneyan de dixwiyê ku xwepêşandan bi giranî birîndar bûne.
Şaredarê bajêr Jennifer Roberts got: "Em pêşniyar dikin ku bila gel ji malê xwe dernekevin."
Çalakî û protesto çawa destpê kiribûn? |
Li North Carolinayê kuştina welatiyê zengî yê bi navê Keith Lamont Scott (43) ku bavê 7 zarokan bû, destpê kirin. Di daxuyaniya malbata Keith Lamont Scott de wiha hat gotin: "Di destê wî de tenê pirtûk hebûn, lê polêsan dîsa jî gule reşandin ser wî." Polêsan jî îdia kirin ku destê wî de çek hebûye û wan ji ber vê yekê wî kuştine. Piştî vê bûyerê li bajarê Charlotteyê çalakî û protesto destpê kirin û gel dakete qadan. |
(AS/YO)