Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina cîhadîst El Nusrayê daxuyand ku ew ji El Qaîdeyê qetiyane.
Lîderê El Nusrayê duh cara yekem derkete pêşberê kamerayan û got ku navê nû yên rêxistina wan Eniya Fetiha Şamê ye.
Colanî di daxuyaniya xwe ya ku duh di televizyona Qatarê El Cezîreyê de hat weşandin de got: ‘Me hemû çalakiyên xwe yê di bin navê El Nûsrayê de pêk dianîn, dawî kirin. Em rêxistina xwe ya nû ya bi navê Eniya Fetiha Şamê îlan dikin û em û ji vir şûn de hemû çalakiyên xwe bi vî awayî pêk bînin. Ti eleqeya vê rêxistina me bi hêzeke derveyî re nîn e.’
El Qaîdeyê jî diyar kiribû ku ji bo parastina yekîtiya xwe baskê wê yê li Sûriyê El Nusra dikare ji wan biqete.
Hêz û rêxistina El Nusrayê
Amerîka û El Nusrayê hefteya borî li hevkiri bûn ku li dijî El Nusrayê operasyonên hewayî pêk bînin.
Li Sûriyê piştî DAIŞê rêxistina herî mezin El Nusra ye û di lîsteya terorê ya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî de cih digire.
Wisa tê texmînkirin ku 10 hezar şervanên wê rêxistinê hene.
(YY/YO)