Ji bo nûçeya Tirkî
Li bajarê Beledê ya bakurê Iraqê li dijî kumbeta Seyîd Mihammed Ibn Eli Hadî xwekujan sê êrişên bombeyî pêk anîn. DAIŞê êrişan girt ser xwe.
Li gorî nûçeya BBCê di encama êrişê de 30 kesan canê xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bûne.
Duh êvarê dora saet 23:00an de xwekujê di ketina kumbetê de bombeya ser xwe teqand. Piştre êrişkaran avêtin nava kumbetê û bi ser şiiyên di hundir de gule reşandin.
Li gorî nûçeya AFPyê xwekujê din li bazara ber kumbetê xwe teqandiye.
Lîderê şiiyan Mukteda es-Sadr talîmat da hêzên Seraya es-Selam ku girêdayê wî ne ku biçin herêmê û ewlehiya gelê wir pêk bînin.
Kumbeta Seyîd Mihammed Ibn Eli Hadî 4
Kumbet li bajarê Beledê ya girêdayê parêzgeha Selahaddînê ye û 70 km dûrê Bexdayê ye.
DAIŞê roja yekşema borî li bajarê Karadayê ku zêdeyî gelê şiî lê dijîn, êrişî fitarê kiribû di encama teqîna pêk hat de 292 kesan canê xwe ji dest dan.
(EA/YO)