Ji bo nûçeya Tirkî
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got: 'Delîlên ku Erdogan pê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) were dadkirin destê Rûsya û Amerîkayê de ye.'
Muslim nirxandinên xwe ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re kirin.
DAIŞ û Minbic
Salih Muslim derbarê operasyona Minbicê de wiha got:
'Tê zanîn ku Grê Spî beriya niha hatibû rizgarkirin û bi wê yekê re têkiliya Reqqayê bi sînorê Tirkiyeyê re hatibû birîn. Piştî rizgarkirina Minbicê ji xeynî riya Musilê her aliyê Reqqayê hate girtin. Eger riya Mûsilê jî were qutkirin dê her aliye DAIŞê were girtin û serkeftina li hemberî DAIŞê dê zûtir be.'
Muslim got: 'Ji hêla din ve Minbic bo me gelek girîng e. Ew perçeyeke Rojavayê ye. Nîvê gundên wî ê kurdan e û %49 gelên li navendê jî kurd in. Nabe ku em gelê xwe neçar bihêlin.'
'Tirkiyeyê hêjî destê xwe ji Minbicê nekişandiye û hewl dide ku alîkariyan ji DAIŞê re bişinîn. Niha nikarin bi ser Cerablusê re rasterast alîkarî ji wan re bişînin û ji ber wê yekê bi destê rêxistinên weke Ehrar El Şam û El Nusrayê ve alîkariyan dişînin. Çend roj ewil dîsa bi bahaneya pêdiviyên mirovahî 12 TIR şandine ji wan re.'
Mûsil
Muslim derbarê operasyona Mûsilê de wiha got: 'Mûsil qada me nîn e. Lê divê hêzên li wir jî li dajî DAIŞê operasyon pêk bînin. Eger em nebin jî HPG, YPJ, Pêşmerge û hêzên hukimeta Iraqê dikarin wê yekê pêk bînin.'
'1200 leşkerên tirk niha li Başîkayê li ber Mûsilê ne. Ew leşkerana riya têkiliya navbera DAIŞ-Tirkiyeyê de pêk tînin, alîkariyan bi ser Zaxoyê re ji wan re dişînin û vê yekê eşkere pêk tînin û her kes jî pê dizane.'
Îsraîl û Rûsya
Muslim derbarê geşedanên navbera Tirkiye, Rûsya û Îsraîlê de got:
'Yên ku li dijî Rûsya û Îsraîlê kirin, niha paşve dikşînin. Min beriya neha de jî gotibû û ez niha jî dibêjim ku eger mijar gelê kurd be, Tirkiye dikare dest ji her tiştî bikşîne û her tawîzê jî bide. Ji bo ku gelê kurd xwedî yek mafekî nebin dikarin her tiştî bikin.'
'Ji bo îstikrara li herêmê ji bilî lihevkirina bi kurdan re tu çare nîn e. Ew jî baş dizanin ku li herêmê hêza herî girîng gelê kurd e. Tikiyeyê li dijî gelê kurd piştgiriyê da rêxistinên weke Ehrar El Şam, El Nusra û DAIŞê. Vê yekê hemû dinya jî dizane.'
(YY/YO)