Ji bo nûçeya Tirkî
Hêzên Şoreşgerên Çekdarî yên Kolombiyayê (FARC) û Hukimeta Kolombiyayê derbarê pêkhatina agirbestê û çekberdanê de li hev kirin. Wisa tê nirxandin ku şerê ku 50 sal in dewam dike, êdî bi dawî dibe.
Peyman bi merasîmek ve ji hêla Serokomarê Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Rêberê FARCê Timokhenko ve li Havanayê hat îmzekirin.
Di 22ê Hezîranê de hatibû daxuyanidin ku wê peymana agirbestê were danîn. Piştî wê daxuyaniyê Berdevkê Hukimetê Marcela Duranî gotibû: ‘Me bi awakî serkeftî derbarê pêkanîna agirbestê, çekbardanê, garantiya ewlehiyê û derbarê têkoşîna li hemberî rêxistinên sûcî de li hev kirin.’
Fermandarê FARCê Carlos Lozadayî jî di twitterê de wiha gotibû: ‘Ev şeva kîret wê êdî bi dawî bibe, riya aştiyê dê vebe. Em ê di 23ê Hezîranê de dawîkirina şer (#thefinaldayofthewar) îlan bikin.
FARC dê piştî aştiyê di nav 180 rojan de wê çekan berdin
Ew ne peymana dawiyê ye û agirbest jî niha dest pê nake.
Paymana danî wiha ye:
-Gêrîlayên FARCê piştî danîna peymana aştiyê di nav 180 rojan de wê çekan berdin.
- Ji bo nêzî 7 hezar gêrîlayên FARCê wê herêmên taybet û kampên demkî werin avakirin.
- Ji bo ewlehiya gerîlayên FARCê wê welatiyên sivîl nekaribin têkevin nav kampan.
- Wê hemû çekên rêxistinê ji hêla çavdêrên NYê ve werin girtin.
Hukimet dixwaze referandûm bike
Her du alî dê derbarê pêkanîna peymana aştiyê demuzakereyan bidomînin.
Her wiha Hukimeta Kolombiyayê dê ji bo danîna peymana aştiyê dixwaze referandûm bike.
Wê di 23ê Adarê de dest pê bikira
Muzekereyên bo aştiyê di 2012an de dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de gelek krîz hatin çareserkirin. Krîza dawî ew bû ku îmzeyên ku di 23ê Adarê de wê bihata avêtin taloqî 22ê Hezîranê hatibû kirin. FARCê di wê demê de daxuyandibû ku hin hêzên paramîlîter wan dikin hedef û ew jî neçar mane ku xweparastina xwe ya meşrû bidomînin.
Dîroka pevçûnan
Li Kolombiyayê zêdetirî 50 salan şer dewam kir, 220 hezar kes jiyana xwe ji dest da û 7 milyon kes ji malên xwe bûn. Piştî ku di sala 1958an de namzetê seroktiyê ya Partiya Demokrat hat kuştin, çalakî û xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin û îqtîdara wê demê bi çekan êrişî welatiyên sivîl kiribûn û li ser vê yekê şer dest pê kiribû. Piştî destpêkirina tevliheviya li welêt hin komên gêrîlayên cuda derketinbûn holê. FARC di sala 1964an de hatibû damezirandin û di nav wan komên gêrîlayan de yê herî mezin bû.
(HK/YO)
Çavkanî: NYtimes, BBC Tirkî