Ji bo nûçeya Tirkî
Walîtiya Stenbolê daxuyand ku 7. Meşa Rûmeta Transan (19ê Hezîranê) û 14. Meşa Rûmeta LGBTI+ Stenbolê (26ê Hezîranê) hatine qedexekirin.
Komîteya Hefteya Rûmeta Transan Kivilcim Arat ji bianetê re axivî û ragihand ku ew wê biryara walîtiyê nas nakin û ji bo li gorî makeqanûnê tev bigere bangî walîtiyê kir.
Ji Komîteya Hefteya Rûmeta LGBTI+ Stenbolê Elif Avci jî got: ‘Berpisyariya me pêkanîna ewlehiya qirseya ku me bangî wan kiriye ye. Em ê daxuyaniya walîtiyê binirxînin. Riya rast kîjan be em dê wê bibjêrin û raya giştî jî jê agahtar bikin.’
Walîtî: Bila welatiyên me îtîbarî wê bangewaziyê neke
Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê de wiha hat gotin:
‘Tê fêmkirin ku endamên LGBTIyê li hin mecrayên medyayê, sîteyên înternetê û di medyaya civakî de ji bo du meşên di 19 û 26ê Hezîranê de li Taksimê de bangewazîya tevlibûnê kirine.’
‘Him ji bo ewlehiya kesên beşdar dibin û him jî bo ewlehiya hemû welatiyên me civîn û meşên behsê dikin, hatiye qedexekirin. Cihê lidarxistina çalakiyên wekê wê jî di qanûnê de hatiye diyarkirin. Bila welatiyên stenbolî yên nirxdar baweriya xwe bi bangewaziyên wisa neynin.’
Komîteya Hefteya Rûmeta Transan: Em ê mafê xwe yê makeqanûnî bi kar bînin
Kivilcim Aratê ku ji bianetê re axivî wiha got:
‘Em wê biryara walîtiyê nas nakin. Ji ber ku mafê xwepêşandan û meşkirinê bi makeqanûnê ji welatiyên Tirkiyeyê re hatine dayin. Gelek kom û aliyan dikarin bi awayekî serbest li Cadeya Îstîklalê her çalakiyê pêk bînin, lê destûr ji bo meşa LGBTIyan nayê dayîn û ev yek ferqmeyilî ye.’
‘Eger mudexeleyî meşa 19ê Hezîranê de bikin em ê ewil serî li hiqûqa navxweyî û paşê jî li Dadgeha Mafê Mirovan (DMME) bidin. Em li hemberî wê bêhiqûqîyê bêdeng namînin.’
‘Em dê li gorî mafê xwe yê makeqanûnî roja 19ê Hezîranê saet: 17:00an de werin cem hev. Em bangî walîtiyê jî dikin ku bila li gorî makeqanûnê tevbigerin.’
(ÇT/YO)