Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rayedarên Iraqê ji BBC Internationalê re gotine ku DAIŞê dîsa rêxistina xwe temam kiriye.
Li gor rayedarê pilebilind, Lahur Talabanîyî çekdarên DAIŞê ji El Qaîdeyê zêdetir metirsîyê çêdike.
“Teknîkên pêşketîtir, taktîkên pêşketîtir û gelek zêdetir pereyên wan hene.”
“Ew dikarin wesayit, xwarin û techîzatan bikirin. Ew zêdetir ji teknolojîyê fêm dikin.”
Çi bûbû?
DAIŞê 1ê Çiriya Paşiyê bi peyameka bideng daxuyandibû ku xelîfeyê wê, bi operasyoneka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye kuştin.
Rêxistinê daye zanîn ku li şûna Ebu Bekir El Bexdadî, Ebu İbrahim el-Haşimi el-Kureşi bûye xelîfe. DAIŞê daxuyanîya bideng li Ajansa Nûçeyan a Amakê weşandiye. Amek ajansa DAIŞê ye.
Herweha di daxuyanîyê de hatiye eşkerekirin ku berdevkê wê rêxistinê Ebu Hamza el-Kureşi jî di hema operasyonê de hatiye kuştin.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, dîmenên operasyona kuştina Bexdadîyî weşandibû.
(PT/MB)