Yekîtiya Şopandina Binpêkirina Mafên Mirovan a Yêmenê diyar kiriye ku ji ber şerê ku 5 sal in li welêt dewam dike 15 hezar û 420 sivîl hatine kuştin, kêmzêde 23 hezar sivîl jî birîndar bûn.
Li malpera yekîtiyê ji bo "10ê Berfanbarê Roja Mafê Mirovan a Dinyayê" rapor hatiye weşandin. Di raporê da hat destnîşankirin ku li Yêmenê ji derbeya Hûsiyan vir da 5 sal in şer dewam dike, di encama vê da ji bo welatiyan rewşa trajîk derket holê.
Di raporê da hat destnîşankirin ku li Sanaya paytext û hin herêmên Hûsî kontrol dikin ji îlona 2014an hetanî cotmeha 2019an 15 hezar û 420 sivîl hatin kuştin, 22 hezar û 916 sivîl jî birîndar bûn.
Dîsa di raporê da hat gotin ku li welêt 4 hezar û 272 sivîl hatin revandin, 6 hezar û 352 zarok jî çekdar kirin. Agahî nehat dayîn ku tiştên qalê dikin li kîjan herêmê û bi destê kê hatine kirin.
Di raporê da hat diyarkirin ku li gelek bajaran ji ber mayînên Hûsiyan bi cî kirine 1300 sivîl mirin, bangî civaka navneteweyî kirin ku bira bilez tevbigerin.
(MB)
*Çavkanî: Haydar Şahin/ AA