Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Rihayê, di cebilxaneya 21em Fermandariya Tûgaya Bizirx de du teqîn pêk hatiye.
Teqîn duh saet li derdora 22.50 deqîqeyan de pêk hatiye û li hemû derên bajêr hatiye bihîstin. Her weha dîxan ji cihê ku teqîn lê pêk hatiye bilind bûye. Piştî teqînan ekîbên dermankirinê û agirkujiyê çûne cihê bûyer3e.
Abdûllah Erîn, Waliyê Rihayê daxuyaniyek daye û gotiye di nava baregeha leşkeriyê de 2 teqîn çêbûn.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin, "Di encama teqînan de 17 leşkerên me yên ku bi parastina cebilxaneyê wezîfedar bûn birîndar bûn."
Hatiye destnîşankirin ku leşkerên birîndar bi mebesta dermankirinê rakirina nexweşxaneyan.
Her weha Wezareta Berevaniyê jî li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku hemû tedbîr hatine girtin û ji bo sedema teqînê dest bi lêkolînê kirine. (EKN/FD)