Wêne: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Parastinê yê DYEyê Mark Esperî dema li Afganistanê bû daxuyaniyek daye rojnamevanan.
"Da ku neft nekeve di destên wan de"
Esperî eşkere kiriye ku li Rojhilatê Bakurê Sûriyeyê ji bo çavkanîyên neft/petrolê nekeve di destên DAIŞê de ew ê bi HSD(Hêzên Sûriyeya Demokratîk) re kar bikin û hêzeka xwe li wê derê bihêle.
Esperî ji Reutersê re gotiye “ev biryareke diyarkirî nîne.”
"Di derbarê îhtimala kirina vî tiştî de nakokî heye (hiştina hin leşkeran), lê hêj biryareka zelal nîne ka gelo hejmareka leşkeran dê bimîne yan na."
Di dawiya hefteyê de ji Kobanîyê çûbûn
Leşkerên Amerîkayê di du hefteyên dawîyê de ji Reqqa, Ayn Issa, Til Temir, Resûlayn, Tel Abyad(Girê Spî), Menbic, Kobanî û Tabkayê çûbûn.
Di dawiya hefteyê de hate ragihandin ku leşker ji Kobane çûne û leşkerên ku ji herêmê hatine derxistin dê bo Iraqê bêne wezîfedarkirin. (PT/MB)