Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Wezareta Saxlemîyê ji bo navçeya Akçakaleyê ya Rûhayê xebatkarên saxlemîyê sandin Wezareta Parastinê jî leşker şandine.
Polîs û Cendirmeyan di dema derbasbûna wesayitan de rê girtine.
Çi bûbû?
Tirkiye-Îran û Rûsyayê di civîna xwe da eşkere kiribûn ku ew ji heyîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nerazî ne, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku ew bi awayekê eşkere piştgirîya HSDyê dike.
Hikûmeta Sûriyeyê jî hefteya borî nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şandibû û xwestibû ew HSDyê wek rêxistineka terorî nas bike.
Birêvebirê Koma Têkoşîna li dijî Komên Radîkal ê Pentagonê, Chris Maierî li ser mijarê gotiye:
“Em bi berdewamî çek û wesayitên ji bo bikarhînanê amade didin HSDyê. Em vê piştgirîyê bi awayekê zelal dikin. Em her meh lîsteya van çekan çêdikin û wek raporekê ji Tirkiyeyê re dişînin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoganî roja Çarşemê daxuyandibû ku “heke di du hefteyan de encamek berdest çênebe em ê plana xwe pêk bînin.”
(RT/MB)