Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanîyî daxuyandiye ku ew ê piştî roja Yekşemê sînorên li pêşiya “bihêzkirina Ûranyûmê” rake.
Rêjeya Ûranyûmê 3,67 e Îran dê ji roja Yekşemê pê ve wê rêjeyê bilind bike. Herweha Hesen Rûhanîyî daye zanîn ku biryara wan ne biryareka bêveger e, çêdige di sietekê de jî ew ji yeka xwe bêne xwarê.
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryar dabû ku ew ê hevpeymana nûkleerê îmze neke û cezayan li Îranê bibire Îran hewil dide zerera xwe telafî bike. Îranê ji dewletan xwestibû heta 7ê Tîrmehê ew biryara xwe bidin.
Serokê DYAyê Donald Trumpî jî li Twitterê nivîsî:
“Gava dî Îranê hişyarîyek weşandiye. Rûhanî dibêje heke hevpeyman neyê îmzekirin ew çi qasê bixwazê dê Ûranyûmê bihêz bike. Îran te hay ji tehdîdên xwe hebe, dê li te vegere.
(PT/MB)
*Drudge Report, Rudaw, Sputnik, Foreign Policy.