Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsên Hollandayê li ser êrîşa duhî hatî kirin daxuyaniyeka nû daye. Polîsan diyar kiriye ku têkilîyeka rasterast di navbera yên hatîn kuştin û gumnbarî de nîne.
Li bajarê Utrechtê yê Holandayê, kesekî bi çekan êrîş kiribû, sê kes kuştibûn. Polîsan li malekê kesekê bi navê Gökmen Tanış girtibû û diyar kiribû guman heye wî êrîş kiribe.
Bixwîne - Li Hollandayê bi çekan êrîşek hatiye kirin, sê kes mirine
Herweha polîsan diye kiriye ku sê kesên mirîn: Jineka 19 salî û du mêrên 21 û 74 salî bûne.
Birînên sê birîndaran jî giran in.
Rojnameyeka Hollandayê ya bi navê Algemeen Dagblad (AD) diyar kiribû ku ew kesê gumanbar maddeyên hişber difiroşe. Herweha rojnameyê diyar kiriye ku ew kesê gumanbar berê jî bi sûcên tecawizkariyê û firoşkariya maddeyên hişber hatiye girtin.
Bavê gumanbarî ji rojnameyeka Tirkiyeyê re gotiye 11 sal in ti têkiliya wî bi kurê wî re nîne û “heke sûcê wî hebe bila cezayê wê bikêşe.”
(PT/MB)