Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi salan e kêşe di navbera Pakistan û Hindistan de hene. Çêdibe ku tansîyona kêşeyan kêm bibe. Pakîstan ê pîlotê Hindistanê lê vegerîne.
Serokwezîrê Pakîstanê Imran Khanî ragihandibû ku ew ê pîlotê Hindistanê yê wan dîl girtiye li welatê wî vegerînin. 27ê Sibatê Pakistanê balafireka şerî ya Hindistanê xistibû û pîlotê wê dîl girtibû.
Bixwîne - Pakistan: Em ê pîlotê Hindistanê lê vegerînin
Khanî gotibû "ji bo nîşandana daxwaza aştiyê em ê pîlotê Hindistanê azad bike."
Bianca Britton, nûçegihana CNNê ya li Pakistanê,daye zanîn ku Abhinandan Varthaman pîlotê Hiindistanê ji bo sînorê Hindistanê tê birin. Nûçegihana CNNê gotiye li aliyê Hindistanê xelk ji bo pêşwazîkirina pîlotî kom bûne.
Dinya ditirsiya ku "şerekê nûkleerî çêbibe." Imran Kahanî dema li parlamentoyê diaxivî gotiye "weke jestekê" Pakistan dê roja Înê pîlotê Artêşa Hindistanê serbest bike.
Wezîrê Derve yê Pakistanê, Mahmud Kureyşi di bernameyeka televizyonan de gotiye:
"Heke alîkariya kêmkirina tansîyonê bibe em dixwazin pîlotê Hindistanê li Hindistanê vegerînin."
Pakîstanê ragihandibû ku du balafirên şerî yên Hindistanê sînorê wan ê asîmanî derbas kirine li ser vê yekê wan ew xistine. artêşa Pakistanê pîlotê balafireka şerî, Yarbay, Abhi Nandan dîl girtibû.
Çi bûbû?
Artêşê Pakistanê ragihandibû ku wê du balafirên şerî yên Hindistanê xistine.
Hindistanê piştrast kiribû ku balafirên wan hatine xistin û diyar kiribû, wan jî balafireka Pakistanê xistiye.
Pakîstanê piştrast nekiriye ku balafira wan hatiye xistin.
Berdevkê Artêşa Pakistanê General Asif Gafur gotibû ku balafirên balafirên şerî hatine saheya wan a asîmanî û wan jî lê daye.
Asif Gafur li ser hesabê xwe yê Twitterê re gotibû:
"Hêzên Hindî ji sînorê asîmanî yê Kaşmîrê borîne. Hêzên Artêşa Pakistanê balafirên Hindistanê li nav sînorên xwe yên asîmanî xistine. Yek ji balafirên ketîn li herêma Azad-Keşmîr yek jî li herêma Cammu Keşmîrê ketiye. Pakistanê pîlotê(balafirajo) balafirê girtiye."
Artêşa Pakistanê daxuyanîyek weşandiye û di daxuyaniya xwe de gotiye:"Em dikarin her tiştî bikin. Lê belê em naxwazin tansiyona di navbera me û Hindistanê de bilind bibe. Em naxwazin ber bi şerî ve biçin."
Hindistanê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku balafirên wan ketine lê behsa wê yekê nekiribû ku Pakistanê ew xistiye.
Berpirsekê Emniyeta Seinagarê ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re gotiye ku ji bilî pîlotan du sivîl jî di bûyeran de mirine.
Çekên atomî yên Hindistanê li Pakistanê hene.(HK/MB)