Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trumpî gotiye: Heke Tirkiye êrîşî kurdan bike em ê ekonomiya wê tarûmar bikin.
Piştî van gotinên wî qedrê Dolarekê Amerîkayê ji 5,25 TLyan(Lîreyên Tirkan) bû 5,5 TL. Li gor sieta Tirkiyeyê, Trumpî siet 00:53yê Twît nivîsîye. Siet 1:58ê berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê, Îbrahîm Kalinî bersiva Twîta wî daye.
Bixwîne - Amerîka: Em leşkerên xwe ji Sûriyeyê vedigerînin
“Xeletiyeka mezin e ku DYA kurdan û PYD/YPG(Partiya Yekîtîya Demokratîk/Yekîneyên Parastina Gel) wekhev bibîne ku ew çengên PKKya(Partiya Karkerên Kurdistanê) di lîsteya rêxistinên terorî de ye. Tirkiye bi terorîstan re şerî dike ne bi kurdan re. Em ê kurdan û hemî Sûriyeyîyên dî ji tehdîda terorê biparêzin.”
Trumpî gotiye dema vegera leşkerên wan hatiye û bi herfên mezin nivîsîye “ŞERÊ BÊDAWÎ BISEKINÎNIN.”
(HK/MB)