Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyip Erdoganê serokkomar roja Çarşemê diyar kiribû ku ew ê li “rojhilatê Firatê” bidin. TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) diyar kiriye ku wan dest bi operasyoneka li Şingalê kiriye.
Serokkomarî diyar kiribû ku ew armanca wan ne leşkerên Amerîka yên li herêmê ye lê ew “hebûna terorîstan wek kêşeyeka li dijî hebûna xwe(beka)” dibîne.
Pentagon: Çênabe
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Sean Robertsonî diyar kiribû ku ew ê qebûl nekin li rojavayê çemê Firatê, li ser axa Sûriyeyê ti operasyonên yekalî bibin.
Erdoganê serokkomar îro gotiye ku ew ê dîsa operasyonan li heman deran bikin.
(PT/MB)