Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî ji bo walîtîyan fermannameyek şandiye û diyar kiriye li dawetan berdana guleyan(fîşekan) qedexe ye.
Li gor fermannameyê hemî hêzên ewlehiyê dema bibînin ku fîşek têne teqandin mecbûr in midaxele bikin. Heke endamekê/a hêzên ewlehiyê mêvanê dawetekê be û bibîne li wê derê gulle tê teqandin mûdaxele neke, lêpirsîn dê li ser wî/wê bê vekirin.
Bixwîne - Di 8 rojan de bi çekên şexsî sê zarok birîndar bûne û zarokek miriye
Li gor nûçeya li CNNyê hatî weşandin dema ku mixtarek bibîne ku gule têne teqandin mecbûr in hêzên ewlehiyê ji vê yekê agehdar bikin.
Tûndkariya bi çekan
Li gor rapora Weqfa Umutê di sala 2017ê de rêjeya tûndkariya bi çekan ji sedî 28 zêde bûye, di sê salên dawiyê de ji sedî 61 zêde bûye.
2.187 kes hatine kuştin
Di 2017ê de, li gor nûçeyên hatîn nivîsîn bi temamî 3 hezar û 494 bûyerên tûndkariya bi çekan pêk hatine. Di van bûyeran de 2 hezar û 187 kes hatine kuştin, 3 hezar û 529 kes birîndar bûne...
Di sala 2015ê de 2 hezar û 175 bûyerên bi çekan hatine kirin. Di sala 2016ê de 2 hezar û 721 bûyer pêk hatine.
Bixwîne - Weqfa Umutê: Di sala 2017ê de rêjeya tûndkariya bi çekan ji sedî 28 zêde bûye
Di raporê de hatiye eşkerekirin ku piştî ew kesên birîndar bûyîn û ji bo nexweşxaneyan hatine birin, hin ji nexweşan mirine lê wan nekarine wan teqîb bikin.
D ji sedî 80yê bûyerên tûndkariya bi çekan de çekên guleavêj hatine bikarhînan. 1352 demance û 1422 tifenk hatine bikarhînan.
Rêjeya kuştî û birîndaran a 10 bajarên herîş zêde bûyer lê çêbûne bi vî awayî ye:
1 – Stenbol (245 kuştî, 316 birîndar)
2 – Edene (123 kuştî, 195 birîndar)
3 – Izmîr (114 kuştî, 91 birîndar)
4 – Antalya (101 kuştî, 103 birîndar)
5 – Dîlok (87 kuştî, 115 birîndar)
6 – Konya (84 kuştî, 168 birîndar)
7 – Rûha (80 kuştî, 153 birîndar)
8 – Enqere (67 kuştî, 187 birîndar)
9 – Bursa (66 kuştî, 85 birîndar)
10 – Samsun (61 kuştî, 223 birîndar)
(BK/MB)
*Karîkatûr: Kürşat Zaman / Umut Vakfı