Wêne: AA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), balyozxaneya xwe ya li Qudsê vekir gelek xwenîşander kom bûne, Artêşa Îsraîlê li wan reşandiye 59 kes mirine.
Ji ber vekirina balyozxaneyê û 70 saliya Naqbayê(felaketa mezin) e du rojan xwenîşandan dê bêne pêkanîn. Di dema amadekariyên ji bo xwenîşandanan dihat kirin leşkerên Îsraîlê li xwenîşanderan reşandiye.
Li gor agahiyên destkeftî nêzîkî 40 hezar kesên ji Filistînê ber bi sînorê Filistîn-Îsraîlê ve çûne.
Live from Gaza Strip as March of Return protests continue https://t.co/0AliVa7HvO pic.twitter.com/inz0KRvvBL
— Ruptly (@Ruptly) 14 Mayıs 2018
Li gor daneyên Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê 43 kes mirine ya kêm 2.410 kes birîndar bûne. 772 kes bi fîşekên rastî birîndar bûne.
Du rojnameger birîndar bûne
Li gor rojnameya Îsraîlê ya bi navê Haaretsê leşkeran fîşekên plastîk û rastî bi kar înane. Herweha hêzên çekdar ên fermî yên Îsraîlê gaza hêsirrçj jî bi kar înane.
Li gor agahiyên destpêkê di nav birîndaran de du rojnameger jî hene.
Fadî Ebû Salah kesekê ji Filistînê ye ku di xwenîşandanên Xezzeyê yên di sala 2014ê de birîndar bûbû. Li gor nûçeyan Fadî bi kursîkê xwe yê bi tekel diçû hemî xwenîşandanan û di xwenîşaandana paşiyê de hatiye kuştin.
Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li Qutsê hat vekirin.
Naqba çi ye?
Di 14ê Gulana 1948ê de Îsraîlê serxwebûna xwe îlan kiriye. Xelkê filistînê hatine sûrgûnkirin. Xelkê filistînê wê rojê wek “felaketa mezin-naqba” bi na dikin.
(PT/MB)
Çavkanî: Ruptly, Haaretz, BBC, CNN, Twitter.