Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) û serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan li Çanakkaleyê got siet 8:30ê sibeyê Hêzên çekdar ên Tirkan(TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) navenda Efrînê kontrol kiriye.
Ajansa Nûçeyan a Doganê jî ragihand ku hêzên ASA û TSKyê vê sibeyê çûne Efrînê. Balafirên TSKyê bi ser Efrînê re difirin. Li gor agahiyan dengê teqînan ji nava bajarê Efînê tê.
Peykerê Kawayî hat xerakirin
Li gor çavkaniyên nêzîkî ASAyê, dema çekdarên ASAyê peyker xera kiî gotine: Li navenda Efrînê pûtê Kawayê Hesinkar ku tiştekê pîroz e ji bo kurdan, hat xerakirin.
(PT/MB)